RENGÊ DENGAN & DENGÊ RENGAN

çi bêjim
rengê dengan wenda bû
çila evînê temirî
gelo dengê rengan çewaye?
û çila ronahîyê



tu zanî
ji ber kela dilê xwe
-ewê kila xwe ji dilê te standîye-
bi çola te ketime



çi bêjim
ez xwe bi dengbêjî didim nasîn
lê tu qebûlnakî vê leqema min
ka dil û hiş çer bimîne li cihê xwe
ka çer bimîne li çola te
de bifikire !
bizanibe
ez ne beradayîme
û ne jî sûtim
lê belê
beradayîyê teme
û sûtê kuçê teme
tu rû nadî min
ez çibikim



tu zanî
bê min kes şên nake
bax û bîstanê te
û kes av nade çol û erdê te
bi dengê rengan
û bi rengê dengan



İ.D.

Hiç yorum yok:

Zıtlık

Üsküdar'dan bu yana lo kimin yurdu? A.Arif kendine  mağdur, mağdura da fail süsü vermiş faillerin yurdu!